Îsraîl Soza Bersiveke Tund li Rokêtên Gaza Dide

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netayahu dibêje wî ferman daye leşkeran ku êrîşên esmanî yên mezin li dijî çekdarên kerta Gaza berdewam bikin û tank piştgiriyên leşkerî bişînin ser sînorê Gaza.

Çekdaran roja Yekşemê pêleke rokêtan ji Gaza ya di bin kontrol tevgera Hemas de avêt başûrê Îsraîlê.

Îsraîl jî bi êrîşên esmanî û tankan bersiva wan rokêtan da.

Wezareta tenduristî ya kerta Gaza got 4 Filestînî hatine kuştin, di nav de jineke ducan û zarokekî. Îsraîl dibêje wan 8 çekdar kuştine.

Îsraîliyek di encama rokêtên Hemasê de hate kuştin û herî kêm 4 birîndar bûn.

Êrîşeke esmanî ya Îsraîlê roja Şemiyê avahiyek ji xwe re kir armanc ku nivîsîngeha ajansa nûçeyan a Tirkiyê Anadol tê de bû.

Tirkiyê bi tundî êrîş çermezar kir.