Hêzên Berevanîya Îsraîlê(IDF) îro Duşemê ragihand ku wan di êrîşeke esmanî de “çekdarên rêxistina terorîst a Hemasê li bakurê Xezayê ji nav birin.”
IDF li ser platforma X’ê got ku “Hêzên IDFê di dema operasyonên xwe yên şevê de li bakurê Xezayê, terorîstên çekdar ên rêxistina terorîst a Hamasê nas kirin.”
“Piştî naskirina wan, IDF ji bo rakirina gefê li ser hêzên me, li terorîstên çekdar xist û ew ji holê rakirin,” IDF got.
Wê anî ziman ku “Hêzên IDFê yên di bin Fermandarîya Başûr de li gorî peymanê li herêmê hatine bicihkirin û dê ji bo rakirina her gefekê operasyonên xwe her bidomînin.”