IDF Kuştina Sê Endamên Hemasê Radigihîne

Leşkerên Îsraîlê li Bakurê Xezayê

Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) îro Pêncşemê ragihand ku wan fermandarekî yekîneya ragihandinê ya rêxistina Hemasê li navçeya Xezayê kuştîye.

IDF li ser platforma X’ê got, “Ehmed Ebû Xudeyra, ku fermandarekî yekîneya ragihandinê ya Hemasê li herêma bajarê Xezayê” hate jinavbirin.

Ew dibêje, “Ebû Xudeyra di pêşxistina planên êrîşên terorîstî yên li dijî leşkerên IDF'ê de beşdar bû û ji bo hêzan gefeke rasterast çêdikir.”

Li alîyekî din, IDF dibêje ku wê “êrîşî navçeya bajarê Xezayê kir û Îslam Hîşam Riyad Kanita û Mehmûd Hemed Yûsif Hemdûna ji holê rakirin, ku herdu jî bi awayekî çalak di hewldanên nûavakirina şiyanên leşkerî yên Hemasê de beşdar bûn, di nav de jî di dema agirbestê de.”