Îsraîl Dibêje Wê Serokê Baskê Leşkerî yê Hemasê Kuştîye

Karwanê Leşkerên Îsraîlê ber bi navenda Xezayê ve diçe

Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) îro Çarşemê ragihand ku wan serokê baskê leşkerî yê Hemasê di êrîşekê de li bakurê Xezayê kuştîye.

IDF’ê li ser platforma X’ê got,” Mihemed Odeh, yê ku piştî jiholêrakirina Îzzeddîn el-Hedad wek serokê baskê leşkerî yê Hemasê kar kir, hate kuştin.”

Hêzên Îsraîlî anî ziman ku “wekû beşek ji rola xwe, ew berpirsîyarê plankirin û hevrêzkirina armancên êrîş û ketina nav komên terorîst ên Hemasê di dema komkujîya 7ê Cotmehê de bû.”

IDF’ê wêneyeke serkirdeyên Hemasê belav kir ku tê de Mihemed Deyf, serokê baskê leşkerî yê Hemasê, Nuthayfe Kehlût peyvdarê baskê leşkerî û berpirsê propagandaya rêxistinê, Raf'i Selame fermandarê lîwaya Xan Yûni, û Mihemed Ode nîşan dide.