Îsraîl Dibêje wê Fermandarekî Hemasê Kuştiye

Îsraîl êrîşî ser berpirsên Hemasê kir li Xezayê

Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) îro Yekşemê ragihand ku wan fermandarekî rêxistina Hemasê li başûrê Kerta Xezayê jinav biriye.

IDF’ê li ser paltforma X’ê got, “Seqir Ebû Kerîm, fermandarê şaneya Nuxbe ya Hemasê ku di komkujîya 7ê Cotmehê de di nav rêberên ketina nav herêma Kîsufîm de bû, hatiye jinav birin.”

“Di dirêjiya şer de, Ebû Kerîm êrîş li dijî leşkerên IDF’ê pêk anîn, û di demên dawî de bi hewldana ji nû ve avakirina hêzên Hemasê û vehewandina enbareke çekan a mezin di mala xwe de, agirbest binpê kir,” IDF’ê got.

Hêzên Îsralî anî ziman ku “terorîstekî din ê Hemasê ku wekî operatorê ragihandinê kar dikir jî di êrîşê de hatiye kuştin.”