Îsraîl Dibêje Wê Du Fermandarên Hemasê Kuştine

Map zoomed in of Gaza town of Gaza Strip, Israel.

Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) îro Çarşemê ragihand ku wan du fermandarên Nuxbe yên rêxistina Hemasê di êrîşekê de li bakurê Xezayê kuştine.

IDF’ê li ser platforma X’ê got, “Di êrîşê de, terorîst Elî Şamallah, cîgirê fermandarê kompanîya Nuxbe ya di rêxistina terorîst Hamasê de, hate jinavbirin.”

Wê got, “Di çarçoveya rola xwe de, wî hewl da ku bi perwerdekirina terorîstên ku plan dikirin êrîşan li dijî sivîlên Dewleta Îsraîlê û hêzên IDF’ê yên ku li herêmê dixebitin pêk bînin, planên terorê pêş bixe.”

“Her wiha, terorîst Nasir Lûh, serokê şaneyeke Nuxbe ya di Tabûra Sabra ya rêxistina terorîst Hamasê de, hate jinavbirin,” IDF’ê got.

Li gor Hêzên Îsraîlê “terorîstan” li herêmê gefeke rasterast li ser wan çê dikir.

Wan anî ziman ku ew “di bin Fermandarîya Başûr de li gorî peymanê li herêmê hatine bicihkirin û dê ji bo rakirina her gefeke rasterast operasyonê bidomînin.”