Kabîneya Ewlehîyê ya Îsraîlê Destûr da Hêzeke Navneteweyî ku Bikeve Xezayê

Kabîneya Ewlehîyê ya Îsraîlê ya biçûk îro Yekşemê şandina hêza aştîparêz a Neteweyên Yekbûyî û komîteya wê ya rêveberîya Xezayê bo nav Kerta Xezayê pejirand.

Wezîrên Kabîneya Ewlehîyê ya Îsraîlê pêşniyar pesend kir, lê tenê Wezîrê Asayîşa Nîştimanî yê Îsraîlê Itamar Ben Gvir li dijî wê derket û diyar kir ku Îsraîl ne mecbûre ku vê yekê bike li gel ku 'Hamas' red dike çekên xwe berde, û da zanîn ku çareseriya tenê koçberkirina niştecihên kertê ye."

Wezîrê Derve Gideon Sa'ar biryar pejirand û îdia kir ku ji ber piştgirîya navneteweyî ya ku ji Îsraîlê re tê, ne di berjewendîya Îsraîlê de ye ku vê gavê asteng bike. Lêbelê, wî guman kir ku şandin bi tena serê xwe dikare bi ser bikeve.

Hêjayî gotinê ye hêza ewlehîyê ya navneteweyî ya pêşniyarkirî beşek ji plana ji bo Xezayê ya ji alîyê Amerîkayê ve tê piştgirîkirin e, ku di meha 10an a borî de hatibû pêşkêşkirin.

Li gor rojnameya Yediot Aharonot, biryara Kabîneyê statuyeke taybet dide Konseya Aştîyê li Xezayê, bi destpêkirina projeyeke ezmûnî ji bo vegerandina xizmetguzarîyên bingehîn li Xezayê, dabînkirina alîkarîya mirovî, û avakirina cihên mayînê yên demkî ji bo Filistînîyên ku dixwazin li wir bijîn piştî kontrolkirina tund da ku piştrast bikin ku ew ne yên Hemasê ne, ji ber ku ew ê ji bo deverên ku di bin kontrola tevgerê de nînin werin veguhestin.