IDF Operasyonan Dijî Hizbullah û Hemasê Pêk Tîne

Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) îro Pêncşemê ragihand ku wan endamekî Hizbullahê li Libnanê girtîye.

IDF’ê li ser platforma X’ê got, “Terorîstekî Hêza Ridwan a Hizbullahê li başûrê Libnanê, ku plana êrîşeke bilez li dijî leşkerên IDF dikir, hate girtin.”

IDF girteyeke kurt a vîdyo parve kir ku tê de operasyona girtinê nîşan dide û got “Terorîst piştî çalakîyên IDF’ê li herêmê radest bû û paşê ji bo lêpirsîna bêtir hate veguhestin.”

Li alîyekî din, IDF'ê ragihand ku, “Terorîstên çekdar ên Hemasê li bakurê Xezayê, li nêzîkî leşkerên IDF’ê yên ku li navçeya Xeta Zer bi cih bûne, hatin dîtin û ji bo rakirina gefê, hatin lêdan û jinavbirin.”

“Di bûyereke din de, terorîstên din ên ku li başûrê Xezayê hatin lêdan. Terorîst bi awayekî ku ji bo leşkeran gef dixwarin cebilxane dibirin. Di êrîşê de yek ji terorîstan hate kuştin,” artêşa Îsraîlê got.