Hêzên Esmanî yên Îsraîlê (IAF) îro ragihand ku wan bingeheke jêrerd a Hizbullahê li başûrê Libnanê kiriye armanc.
IAF'ê li ser platforma X’ê got, “Îşev, Hêzên Esmanî li herêma Bîka’ê li cihekî binerdê yê rêxistina terorîst a Hizbullahê xist ku ji bo çêkirina amûrên şer dihat biakranîn da ku zîyanê bidin welatîyên Dewleta Îsraîlê û hêzên IDF’ê yên ku li başûrê Libnanê dixebitin.”
Wê got, “Li navçeya Sûr jî, ku terorîstên rêxistinê ji wir ji bo plankirin û pêkanîna êrîşên terorîstî li dijî hêzên IDF’ê tevdigerin, êrîş li dijî binesazîyên rêxistina terorîst a Hizbullahê bû.”
Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) ragihand ku li kerta Xezayê hin endamên Hemasê ku hewil didan Xeta Zer derbas bikin hatine kuştin.
IDF li ser X’ê anî ziman ku, “Doh di du bûyerên cuda de, tîmên şer ên Lîwaya Paraşûtvanan a ku li başûrê Xezayê dixebitin, hejmarek terorîstên ku Xeta Zer derbas kirin û bi awayekî ku gefeke rasterast çêkirin, dîtin û ew kirin armanc.”
“Her wiha, tîmên şer ên Lîwaya Zirxî ya 14emîn a ku li bakurê Xezayê dixebitin, duh terorîstekî ku Xeta Zer derbas kir, dît û ew ji holê rakir.”
Hêzên Berevaîya Îsraîlê dibêjin ku ew “di bin Fermandarîya Başûr de li gorî peymanê li herêmê hatine bicihkirin û dê ji bo rakirina her gefekê operasyonan bidomînin”.