IDF Dibêje Wê Serkirdeyekî Hemasê Kuştîye

Wêne ji Arşîvê ye

Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) ragihand ku wan serkirdeyê Hemasê ku rola wî di êrîşên 7'ê Cotmeha sala 2023'an de hebû, ji nav birîye.

IDF’ê li ser platforma X’ê got ku wan, “Xemîs Mihemed Xemîs Qesas, ku di dema komkujîya 7'ê Cotmehê de derbasî nava Kibbutz Nir Oz bûbû, kuştîye.”

“Di demên dawî de, Xemîs bi awayekî sîstematîk terorîstên din ber bi herêma Xeta Zer ve birin da ku êrîşî leşkerên IDF'ê bikin,” artêşa Îsraîlê got.

IDF'ê anî ziman ku Qesas “di seranserî şer de, êrîşên terorîstî yên din li dijî leşkerên IDF'ê û sivîlên Îsraîlî birêve birin.”