Îsraîl Rêberekî Bilind ê Hemasê Dike Armanc

Dîmeneke bajarê Xezayê. Arşîv

Artêşa Îsraîlê îro Şemîyê ragihand ku Îzedîn Hedad, serokê şaxê leşkerî yê Hemasê, ku bi Ketayîb Îzedîn Qesam tê nasîn, kiriye armanc.

Li gor daxuyanîyek hevbeş a serokwezîr û wezîrê berevanîya Îsraîlê, Hedad berpirsê kuştin, revandin û ziyandayîna bi hezaran welatî û leşkerên Îsraîlî bû.

Hedad piştî kuştina rêberê Hemasê Yihya Sinwar 2025'an, bû rêberê beşê leşkerî yê koma terorîst.

Li gorî zanyarîyên Îsraîlê, Hedad hewl dida ku şiyanên leşkerî yên Hemasê ji nû ve zindî bike û êrîşên nû li ser navendên sivîl û leşkerî yên Îsraîlê pêk bîne.

Êrîşa li ser rêberê Hemasê piştî çend rojan ji çavdêrîyeke berdewam a devera Rimalî a bajarê Xezeyê pêk hat. Çavkanîyên Îsraîlî dibêjin nîşanên destpêka serkeftina operasyonê xuya dikin.

Îzedîn Hedad, ku bi navê Ebû Suheyb jî dihat nasîn, yek ji rêberên herî girîng ên Hemasê bû ku di lîsteya kesên metirsîdar de bû. Ew herwiha yek ji plankerên êrîşa 7'ê Cotmehê ya 2023'an bû.