Îsraîl: Me Rêberekî Hemasê li Xezayê Kuşt

Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) û dezgeha Şîn Bêt îro Şemîyê ragihand ku wan fermandarekî payebilind ê komaçekdar Hemasê li Kerta Xezayê kuştîye.

IDF li ser platforma X'ê got ku Welîd Heniye, Cîgirê Fermandarê Hêza Nûxbe ya Hemasê li Xezayê, hate kuştin.

Îsraîl dibêje ku Heniye rêbertîya şaneya êrîşkar di operasyona 7'ê Cotmeha 2023'an dijî Îsraîlê kiribû.

Li alîyekî din, çavkanîyên fermî yên Îsraîlî û Libnanî îro Şemiyê piştrast kirin ku êrîşên artêşa Îsraîlê (IDF) li başûrê Libnanê berdewam in.

Wezareta Tenduristîyê ya Libnanê ragihand ku di êrîşên esmanî yên Îsraîlê de li ser bajarê Nebetiyê yê başûrê Libnanê, herî kêm kesek hat kuştin û du kes jî birîndar bûn.

Daxuyanîya Navenda Operasyonên Awarte ya wezaretê demeke kurt piştî ragihandina ajanseke nûçeyan a hikûmeta Libnanê hat ku Nebetîyê ji alîyê dron û balafirên şer ve hatîye armanc girtin.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di êrîşên li ser baregehên Hizbullahê yên li başûrê Libnanê de heft endamên Hizbullahê hatine kuştin.