Serokê Îsraîlê Derfeta Avakirina Hikûmeta Nû Dide Eisenkot

Serokê Îsraîlê Îsaac Herzog, roja Yekşemê bi awayekî fermî derfeta yekem da serokê opozîsyonê Gadi Eisenkot ji bo pêkanîna hikûmeta nû.

Di destpêka konferansa xwe ya çapemenîyê de Herzog got ku piştî hilbijartinên perlamana Îsraîlê yên ku encama wan bêbiryar maye, bi nûnerên hemû partîyan re hevdîtinên şêwirmendîyê pêk aniye.

Herzog van hevdîtinan wekî danûstandinên "dijwar û kûr" binav dike.
Wî got: "Ew yek eşkere bû ku hemû welatîyên Îsraîlê, bêyî cudahîya nerîn, şêwazê jiyanê û bawerîyên wan, mafê wan ê wekhev heye ku dengê xwe bilind bikin."

Herzog wiha got: "Pirsê bingehîn ev e: Kî xwedî şansên mezintir e ku bikare hikûmetê pêk bîne?"

Herzog hişyarî da û got: "Asteng û zehmetîyên li pêşiya Dewleta Îsraîlê pir mezin in û pêwîstîya wan bi baldarîyeke lezgîn û bêderengî heye. "

Wî di vê çarçoveyê de behsa Îranê, Artêşa Parastinê ya Îsraîlê (IDF), û Kerta Xezayê kir.

Serokê Partiya Yashar, Gadi Eisenkot, di peyamekê de li ser platforma X'ê nivîsî: "Em di rewşa awarte de ne. Îsraîlê pêwîstî bi hikûmeteke nû heye. Îsraîlê pêwîstî bi rêbertîyeke wisa heye ku tiştên me li hev digihînin xurt bike û rê li ber serdemeke nû veke, serdemeke Siyonîzmê, Pêkvegrêdanê û hevaltîyê."

Eisenkot berdewam kir û got, "Erk dijwar e û gelek kar li pêş me hene, lê ez bawer dikim ku gihîştina serkeftinê di destan de ye. Divê Îsraîl bi ser bikeve. Ez ê her tiştî bikim da ku ev yek pêk were. "

Eisenkot, ku berê serokê artêşa Îsraîlê bû, wekî dijberê sereke yê Benjamin Netanyahu ket pêşbirka hilbijartinê. Ew di serokatîya blokek ji partîyan de ye ku dixwazin serdestiya Netanyahu, yê ku ji her serokwezîrê din ê Îsraîlê dirêjtir li ser desthilatê ye, bi dawî bikin.

Tê zanîn hevpeymanîya Eisenkot tenê 48 kursî bi dest xistin, di beramber de hevpeymanîya Netanyahu 53 kursî wergirtin; lê dîsa jî Eisenkot piştgirîya 67 dengên guhêrbar wergirt ku ew ji bo serokatîya hikûmetê pêşniyar kir.