Wezareta Derve ya Îsraîlê îro Duşemê ragihand ku rêxistina Hizbullahê bi dronekê bajarokê Mutela kiriye armanc.
Wezaretê li ser platforma X’ê got,”Maleke din a sivîlên Îsraîlî li bajarokê Mutela ji aliyê droneke bumbekirî ya ku ji alîyê Hizbullahê ve hatiye avêtin ve hate lêdan.”
Wezaretê got ku “Hizbullah bi berdewamî agirbestê binpê dike û roket û dronan diavêje malbat û civakên sivîl .”
Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) jî di postekê de li ser X’ê anî ziman ku “hişyarîyên ketina droneke dijmin li çend deverên bakurê Îsraîlê de hatin çalakirin, rêxistina terorîst a Hizbullah çend dron ber bi hêzên IDF’ê û axa Dewleta Îsraîlê ve avêtin.”
IDF’ê di posteke din de jî ragihand ku, “hişyarîyên êrîşeke dronên dijmin li herêma Hanita hatine çalakirin û hûrgilî di bin nirxandinê de ne.”