Îsraîl Bêhtirî 100 Bingehên Hizbullahê li Libnanê Dike Armanc

Wezîrê Berevanîya Îsraîlê Israel Katz roja Çarşemê got ku artêşa Îsraîlê bi sedan çekdarên Hizbullahê li Libnanê kirine armanc.

Katz ev yek wekî derbeya herî mezin a dijî Hizbullahê anî ziman, ji dema êrîşa kujer a Îsraîlê ya di Îlona 2024'an de ku bû sedema teqîna bi hezaran amûrên "Pager" ên Hizbullahê.

Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) li ser platforma X’ê got, “di 10 xulekan de, IDF êrîşa herî mezin a hevrêzkirî li seranserê Libnanê ji destpêka Operasyona Orîna Şêr ve temam kir.”

IDF got, “Êrîşê li Beyrût, Bîqa’i û başûrê Libnanê zêdetirî 100 baregeh, rêzên leşkerî û navendên fermandarî û kontrolê yên Hizbullahê kirin armanc.”

Artêşa Îsraîlî anî ziman ku “Navendên fermandarî yên îstîxbaratê û baregeha navendî ji bo plansazkirina êrîşên terorîstî têne bikar anîn, di nav armancan de bûn.”

Ji bilî wan jî, IDF dibêje wan “Binesazîya hêza agir û bingehên deryayî yên avêtina mûşekan, cihên girêdayî Hêza Ridwan û yekîneya esamnî, ku herdu hêzên elît ên Hizbullahê ne” kirine armanc.

IDF di posteke din de li ser platforma X’ê got,"Em ê li dijî rêxistina terorîst a Hizbullahê berdewam bikin û em ê her derfetekê bikar bînin. Em ê ewlehîya niştecihên bakurê Îsraîlê nexin metirsîyê. Em ê bi biryardarî li dijî êrîşan berdewam bikin."

Wezîrê Berevanîyê Katz got ku "dora" Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Naîm Qasim dê were.

Îsraîlê di Îlona 2024'an de rêberê berê yê Hizbullahê Hesen Nesrallah kuşt.