Îsraîl Dibêje Wan 200 Mûşekavêjên Hizbullahê Jinav Birine

Artêşa Îsraîlê dibêje ku ji destpêka şer ve wan zêdetirî 200 roketên Hizbullaha Libnanî ji holê rakirine û zêdetirî 250 endamên yekîneyên topxaneyê yên wê rêxistinê kuştine.

Artêşa Îsraîlê îro Înê got ku di êrîşên li ser Libnanê de 250 endamên Hizbullahê yên li ser topxaneyan kar dikirin hatine kuştin, di nav wan de fermandarê giştî yê yekîneya topxaneyê ya herêmê (Nesir), Elî Kamil Ebar el Hesen.

Du rojan piştî destpêkirina êrîşên esmanî yên Amerîka û Îsraîlê dijî Îranê li 28'ê Sibatê, Hizbullah êrîşên xwe yên li ser Îsraîlê ji nû ve destpê kir. Li hember vê yekê, artêşa Îsraîlê Beyrût û başûrê Libnanê bombebaran kirin û ber bi axa Lubnanê ve çû.

Hizbullah ji alîyê rejîma Îranê ve tê piştgirîkirin û li hin welatan wekî Amerîka û Îsraîlê wekî rêxistineke terorîst tê hejmartin. Hin welatên din, di nav de endamên Yekîtîya Ewrupayê jî, tenê baskê wê yê leşkerî wekî komeke terorîst dibînin.