Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) îro Çarşemê ragihand ku di du rojên borî de wan êrîş birine ser bêhtirî 30 cih û bingehên Hizbullahê li başûrê Libnanê.
Beşê 91'emîn a Artêşa Îsraîlê, ku berpirsê sînorê di navbera Îsraîl û Libnanê de ye, li başûrê Libnanê êrîşî ser zêdetirî 30 cihên Hizbullahê kir. Di nav van deveran de depoyên çekan, navendên fermandarîyê û avahîyên din hebûn.
IDF’ê herwiha got ku “Hizbullahê ev dever wekî bingehên êrîşê bikar dianîn da ku ziyanê bide leşker û welatîyên Îsraîlê. Bi vî awayî, van cihan metirsîyeke mezin li ser jiyana mirovan çêdikir.”
Artêşa Îsraîlê tekez kir ku ewê ji bo parastina welatîyên xwe operasyonan li başûrê Libnanê bidomînin.