Îsraîl Dibêje Wê 40 Bingehên Hizbullahê Kirine Armanc

Hêzên Esmanî yên Îsraîlê (IAF) îro Çarşemê ragihand ku wê di 24 demjimêrên borî de bêhtirî 40 bingehên Hizbullahê li Başûrê Libnanê kirine armanc.

IAF’ê li ser platforma X’ê got, “Doh, Hêzên Esmanî li çend deverên başûrê Libnanê li zêdetirî 40 binesazîyên rêxistina terorîst a Hizbullahê xist.”

IAF anî ziman ku bingehên hatine armanckirin ev in: “depoyên çekan û avahîyên ku ji bo armancên leşkerî têne bikaranîn, ku terorîstên rêxistina Hizbullahê ji bo pêşxistina planên terorê li dijî hêzên IDF’ê û sivîlên Dewleta Îsraîlê lê kar dikirin.”

“Di heman demê de, terorîstên ku li hêzên me gef dixwarin hatin jinavbirin, û topên amade yên avêtinê ku ber bi axa Dewleta Îsraîlê ve diçûn hatin lêdan,” IAF’ê got.

Tevî agirbestekê di navbera Libnan û Îsraîlê de, şer û pevçûn di navbera artêşa Îsraîlê û Hizbullahê berdewam dikin.

Li ber e vê hefteyê herdu welat li Washington careke din kom bibin wekî beşek ji danûstandinên di navbera herdu welatan de ku Amerîka serpereştîya wan dike.