Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) ragihand ku wan şeva borî, li herêma Janta ya li ser sînorê Sûrîyê û Libnanê, barekî çekan ê ku ji bo Hizbullahê hatibû şandin, kiriye armanc.
IDF’ê di daxuyanîyekê de li ser platforma X’ê got, “Armanca van çekan ew bû ku şîyanên operasyonan ên Hizbullahê xurt bikin, da ku ew bikaribe êrîşên terorîstî li dijî sivîlên Îsraîlî û leşkerên Artêşa Îsraîlê (IDF) pêk bîne.”
“Hizbullah, berevajî lihevkirinan, berdewam e li ser bikaranîna deverên cuda yên Libnanê ji bo qaçaxçitîya çekan û çalakîyên terorîstî,” IDF’ê got.
Wê anî ziman ku “Artêşa Îsraîlê dê ji bo rakirina gefan, operasyonên xwe bidomîne, di heman demê de jî pêgirî peymana agirbestê ya di navbera Îsraîl û Libnanê de bimîne.”