Îsraîl Pirekê ser Çemê Lîtanî Dike Armanc

Yek ji pirên ser çemê Lîtanî.

Artêşa Îsraîlê îro Sêşemê ragihand ku wan pirek li ser çemê Lîtanî li Libnanê kir armanc ku ji alîyê terorîstên Hizbullahê ve dihat bikar anîn.

Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) li ser platforma X'ê got ku ew pir ji alîyê çekdarên Hizbullahê ve ji bo veguhestina çek, rokêt û mûşekavêjan dihat bikaranîn.

IDF'ê got ku bi vê êrîşê hejmara pirên li ser çemê Lîtanî ku heta niha ji alîyê Îsraîlê ve hatine armanckirin gihîşt heftan.

IDF'ê diyar kir ewê her bi hêzê serederîyê li dijî rêxistina terorîst a Hizbullahê bike.

Rojekê piştî destpêka operasyonên Amerîka û Îsraîlê li 28'ê Sibatê dijî rejîma Îranê, Hizbullahê dest bi êrîşên rokêt û mûşekan ber bi Îsraîlê ve kir. Wekî bersiv, Îsraîlê operasyonên leşkerî li Libnanê dane destpêkirin.