Îsraîl Dibêje Wê Bêhtirî 100 Cihên Hizbullahê Kirine Armanc

Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) ragihand ku wan li Başûrê Libnanê bêhtirî 100 bingehên Hizbullahê kirine armanc.

IDF’ê îro Sêşemê li ser platforma X’ê got,” Di operasyonên taybet de ji bo paqijkirina binesazîya terorîstan li herêma Lîtanî li başûrê Xeta Parastinê ya Pêş, bêhtirî 100 armancên leşkerî hatin lêdan.”

IDF’ê girteyeke vîdyoyê parve kir ku dibêje ew “Dîmenên taybet ên cihên jiyanê yên ku ji hêla terorîstên Hizbullahê ve têne bikaranîn” in.

IDF dibêje cihên ku hatine hilweşandin ev in: “Avahîyên ku ji hêla terorîstên Hizbullah ve têne bikaranîn, rêyên tunelên binerd ên ku gelek çek tê de hene, bingehên enbarkirina çekan, û avêjerên mûşekan.”

“Wekî din jî, leşkeran di pevçûnênnêzîk de û piştgirîya hêzên esmanî, bi dehan terorîst kirin armanc û ew ji holê rakirin,” IDF’ê got.