Îsraîl: Karbidestekî Hêza Qudsê di Nav Hizbullahê de Hate Kuştin

Dîmeneke başûrê Beyrûtê.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku karbidestekî payebilind ê Hêza Quds a Îranê di êrîşeke Îsraîlê de li dijî Hizbullaha Libnanî hate kuştin.

Artêşa Îsraîlî roja Sêşemê got ku Reza Xezayî, ku bi xurtkirina şiyanên leşkerî yên Hizbullahê hatibû erkdarkirin, di êrîşeke Îsraîlê de li Beyrûtê hate kuştin.

Di daxuyanîya Îsraîlê de hat gotin ku Xezayî berpirsê kordînasyona di navbera Hizbullah û Komara Îslamî de bo veguhestina çekan bo Libnanê bû, û wî roleke girîng di xurtkirina karînên leşkerî yên koma terorîst de dilîst.

Karbidestên rejîma Îranê û Hizbullahê hîn ti daxuyanî derbarê kuştina Xezaî nedane.

Piştî destpêkirina operasyona Amerîka û Îsraîlê li dijî rejîma Îranê roja Şemîyê, Hizbullaha Libnanê jî çend mûşek avêtin Îsraîlê. Wekî bersiv, Îsraîl êrîşeke berfireh li dijî koma Îslamî destpê kir.