Wezîrê Berevanîyê yê Îsraîlê Israel Katz roja Înê got ku artêşa Îsraîlê tunelên di bin girê stratejîk ê Elî Tahir de li başûrê Libnanê ji çekdarên Hizbullah ên ku xwe tê de veşartibûn paqij kirine.
Katz got ku çekdarên Hizbullahê di tunelên bin gir de, ku li jor deverek fireh e û bûye yek ji deverên herî dijwar ên şerê Îsraîl û Hizbullah, tevî agirbesta ku di Hezîranê de hatibû ragihandin, bicih bûne.
Ajansa Reutersê roja Pêncşemê ragihand ku Îranê meha borî hişyarî daye Amerîkayê ku ew ê bi tundî bersivê bide êrîşek Îsraîlê li ser çeperên hevalbendên wê yên Hizbullah ên di nav gir de.
Katz li ser medyaya civakî got,"Erk qediya û tunel ji terorîstan hatin paqijkirin."
Artêşa Îsraîlê derengî roja Pêncşemê di daxuyanîyekê got ku niha kontrola gir di destê wan de ye.
Artêşê got ku hin şervanên Hizbullah "hatine jiholêrakirin", û hinên din jî reviyane.
Hizbullah ta amadekrina vê raportê hîn ti daxuyanî nedane.