Îsraîl Dibêje wê 5 Endamên Hemasê Kuştine

IDF soldiers in Northern Gaza

Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) îro Sêşemê ragihand ku wan 5 endamên rêxistina Hemasê li Xezayê kuştine.

IDF’ê li ser platforma X’ê got, “Pênc terorîstên ku li dijî leşkerên IDF’ê li Xezayê êrîşên terorîstî pêk dianîn, hatin jinavbirin.”

IDF’ê ew 5 kesên armancgirtî wiha dane nasîn:

-Salim Fayêz Hamed Qirîq'i, endamê Hemasê di Tabûra Şuja'iye de ku di amadekirina madeyên teqemenî de beşdar bû.

- Se’îd Fayêz Se’îd Şemalî, fermandarê tîma Nuxbe ya Hamasê.

- Ehmed Elî Ebdulrehîm Helis, fermandarê tora nîşanbaz a Cîhada Îslamî ku êrîşên nîşanbazî li dijî leşkerên IDF’ê pêk dianîn.

- 2 endamên din ên Hemasê ku ji bo zirarê bidin leşkerên IDF’ê teqemenî çandin.

“Hêzên me yên di bin Fermandarêya Başûr de, li gorî rêkeftinê li herêmê belav bûne û dê operasyonên xwe bidomînin da ku her gefeke tavilê ji holê rakin,” IDF’ê