Îsraîl Dibêje Wê Du Endamên Hemasê Jinav Birine

IDF soldiers in Northern Gaza

Hêzên Berevanîya Îsraîlê(IDF) îro ragihand ku wan endamekê rêxistina Hemasê ku gef li ser leşkerên wan çêdikir ji holê rakiriye.

IDF’ê li ser platforma X’ê got, “Piştî lêkolîna îstîxbaratî, derket ku wî di dirêjîya dema şer de, rokêt ber bi axa Îsraîlê ve avêtine.”

Wê got ku “Hêzên Lîwaya Bakur doh terorîstê ji Tabûra Beyt Lahîya ya rêxistina terorîst a Hamasê ji holê rakir.”

Hêzên Îsraîlî bal kişand ser wê yekê ku “Terorîst bi awayekî ku gefeke rasterast çêdikir, nêzîkî hêzên li herêma Xeta Zer bû, û ji bo nehîştina gefê ew hat armancgirtin.

IDF dibêje, “Di bûyerek din a îro de, hêzên tîma şer a Lîwaya 188an ku li başûrê Kerta Xezayê dixebitin, terorîstekî ku nêzîkî herêma Xeta Zer bû û bi awayekî ku gefeke rasterast çêdikir, dît û ew ji holê rakir.”

“Hêzên IDF’ê yên di bin Fermandarîya Başûr de li herêmê li gorî peymanê hatine bicihkirin û dê ji bo rakirina her gefekê rasterast operasyonê bidomînin,”IDF’ê got.