Artêşa Îsraîlê Dibêje Wê li 200 Armancên Hizbullahê Dane

Artêşa Îsraîlê îro Şemîyê ragihand ku wê di 24 demjimêrên dawî de li zêdetirî 200 armancên rêxistina terorîst Hizbullah li Libnanê xistîye.

Artêşa Îsraîlê di postekê de ser platforma X'ê got ku "Hêza Esmanî berdewam dike ku binesazîya rêxistina terorîst Hizbullah dixe ber êrîşê û alîkarîya operasyonên hêzên bejayî yên ku li başûrê Libnanê dixebitin dike."

Li alîyekî din, Artêşa Îsraîlê got ku ew mûşekavêjên Hizbullahê dike armanc da ku "welatîyên Dewleta Îsraîlê" rastî êrîşên rêxistina mîlîtan neyê.

Îsraîl dibêje agirbesta Amerîka û Îranê, Hizbullahê di nav xwe de nagire. Roja Înê serokatîya Libnanê ragihand ku peywendîyeke telefonî di navbera hikûmeta Libnan û Îsraîlê bi navbeynkarîya Amerîkayê hate kirin bi mebesta destpêkirina danûstandinên rasterast.

Biryar e nûnerên Îsraîl û Libnanê roja Sêşemê, 14'ê Nîsanê, li Washingtonê bi serkêşîya Amerîkayê gotûbêjên rasterast derbarê agirbestekê pêk bînin. Îsraîl daxwaz dike ku Hizbullah bi tevahî were bêçekkirin berî ku ew êrîşên xwe li Libnanê rawestîne. Libnan jî dibêje divê êrîş werin rawestandin heta ku danûstandin bi rêkûpêkî birêve biçin.