IDF: Me Rê li Rokêtên Hizbullahê Girt û Sê Terorîstên Wan Kuştin

Israel's military operates in southern Lebanon

Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) îro Înê ragihand ku Hizbullahê rokêt ber bi Îsraîlê ve avêtin, lê wan rê li wan rokêtan girt.

IDF’ê li ser platforma X’ê got, “Piştî avêtinên ji Libnanê li Shtulayê dengên pîpikên hişyarîyê hatin bihîstin. IDF’ê rê li rokêtan girt û avêjkerên ku ji bo êrîşan hatin karanîn, digel avêjkereke din a ku ji bo avêtinê amade bû, xistin.”

Wê got, “3 terorîstên Hizbullah piştî avêtina nesernekeftî ya mûşekek erd- esman ber bi balafireke Hêza Esmanî ya Îsraîlê ve, hatin jinavbirin.”

“Di 2 bûyerên cuda de, terorîstên Hizbullah rokêt û droneke bi teqemenî ber bi leşkerên IDF’ê ve avêtin ku li başûrê Xeta Parastinê ya Pêş li başûrê Libnanê dixebitin, “ IDF’ê got.

Hêzên Îsraîlî dibêjin ku, “ev kiryar binpêkirinên eşkere yên lihevkirinên agirbestê ne.”