Artêşa Îsraîlê Êrîşên Asmanî li Tehran, Şîraz û Ehwazê Pêk Tîne

Artêşa Îsraîlê îro Înê ragihand ku hêzên wê yên asmanî pêleke din ya êrîşan li dijî binesazîya rejîma Îranê li bajarên Tehran, Şîraz û Ehwazê pêk anî.

Artêşa Îsraîlî di daxuyanîyekê de got ku van êrîşan ziyan gihand hemû sîstem û şiyanên leşkerî yên rejîma Îranê.

"Hêza Asmanî, bi rêberîya Zanyarîya Leşkerî, çend pêlên êrîşan roja borî bidawî kir, tê de binesazîya rejîma terorîst ya îranê li Tehran, Şîraz û Ehwazê di heman demê de kir armanc," daxuyanîya artêşa Îsraîlê got.

"Di pêleke êrîşên li Şîrazê li başûrê Îranê de, Hêza Asmanî bingeheke jêrzemînî kir armanc ku ji alîyê rejîma terorîst ya Îranê ve dihate bikaranîn bo berhemdan û hilanîna mûşekên balîstîk bi mebesta avêtina wan ber bi Dewleta Îsraîlê ve," artêşa Îsraîlê da zanîn.

Li Tehranê jî, artêşa Îsraîlê bingeheke berevanîya asmanî ya rejîma Îranê kir armanc. Ligel wê jî, çend cihên berhemdana sîstemên berevanîya asmanî û pêkhateyên mûşekên balîstîkî hatin armanckirin.

Di heman demê de, li Ehwazê li rojavayê Îranê, navendên hejmareke dezgehên rejîma Îranê hatin armanckirin, di nav de jî baregehên hêzên bejahî yên Pasdaran, ligel bingeheke navendî ya hêzên ewlekarîya navxweyî.

Êrîşên Amerîka û Îsraîlê dijî rejîma Îranê ji 28'ê Sibatê ve berdewam dikin.

Karbidestên Amerîkî dibêjin ku di encama operasyonên berdewam de rêjeyeke mezin a hêzên deryayî û asmanî yên rejîma Îranê hatine wêrankirin.