Îsrael Katz: Biryara Kuştina Xamineyî Pênc Mehan Berê Hatibû Dayîn

Wezîrê Berevanîyê yê Îsraîlê Îsrael Katz

Wezîrê Berevanîyê yê Îsraîlê Îsrael Katz roja Pêncşemê got ku Îsraîlê di Mijdarê de biryar da ku Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xamineyî bikuje û plan kiriye ku operasyonê şeş mehan şûnda pêk bîne.

Îsrael Katz ji Kenala 12an a welatê xwe re got, "Em di Mijdarê de bi serokwezîr[Benjamin Netanyahu] re civiyan û serokwezîr plan kir ku Xamineyî ji holê rake."

Wî got ku dema dawî ya vê yekê nîvê sala 2026an bû.

Katz got, "Plan di dawîyê de bi Washingtonê re hate nîqaşkirin û li dora Çileyê piştî ku xwepêşandanên Îranê dest pê kirin, hate pêşxistin."

Rêberê Bilind Elî Xamineyî di saetên pêşîn ên êrîşên esmanî yên hevbeş ên Amerîkî-Îsraîlî de ku roja Şemîyê dest pê kir, digel hejmarek fermandarên leşkerî yên Komara Îslamî hate kuştin.

Li gorî Katz, plana kuştina Xamineyî piştî xwepêşandanên berfireh li Îranê hate pêşxistin ji ber ku Îsraîl bi fikar bû ku berpirsên Îranî êrîşî Îsraîl û berjewendiyên Amerîkî li Rojhilata Navîn bikin.