Îsraîl Fermandarê Hêza Deryayî ya Pasdarên Îranê Dikuje

Alireza Tangsiri

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro Pêncşemê ragihand ku wan fermandarê Hêza Deryayî ya Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê Elîreza Tangsîrî kuştîye.

Netanyahu di axaftineke vîdyoyî de ku li ser platforma X'ê hate belavkirin got: “Şeva borî, me Fermandarê Hêzên Deryayî yên Pasdaran ji holê rakir. Ev kes gelek xwîn li ser destên wî hebû; ew di heman demê de ew kes bû ku rêberîya girtina Tengava Hurmuzê dikir.”

Wezîrê Berevanîya Îsraîlî Israel Katz jî ragihand ku Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) roja Çarşemê şev Tangsîrî û berpirsên payebilind ên fermandarîya deryayî kirin armanc û kuştin.

Katz di peyameke tomarkirî de di dema nirxandina rewşê de ligel berpirsên payebilind ên sazîyên berevanîyê yên Îsraîlê li baregeha leşkerî ya Kirya li Tel Avîvê, got Tangsîrî, ku di "operasyoneke rast û kujer" de hat kuştin, berpirsiyarê kanzayan û astengkirina derbasbûna keştîyan bû.

Wezîrê Îsraîlî got, "Ev peyameke zelal e ji bo hemî endamên payebilind ên rêxistina terorîst a Pasdarên Şoreşa Îranê, ku niha Îranê kontrol dike: IDF dê we bişopîne û yek bi yek ji holê rake. Pîroz be li IDF ji bo pêkanîna bêkêmasî."

Çavkanîyên berevanîyê yên Îsraîlî ji rojnameya The Jerusalem Post re piştrast kirin ku IDF Tangsîrî kuştiye ye û êrîş demjimêr 3ê sibehê de bi dema herêmî pêk hatiye.

Çavkanîyan got ku hejmarek ji alîkarên deryayî yên payebilind ên Tangsîrî di heman êrîşê de hatine kuştin.