Îsraîl di Pêleke Nû de 230 Êrîşan Dijî Rejîma Îranê Pêk Tîne

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê dawî li pêleke din a êrîşên li dijî binesazî û cihên Komara Îslamî ya Îranê anîye.

Hêzên Berevanîya Îsraîlê roja Sêşemê peyameke vîdyoyî belav kir, tê de hêza asmanî ya welatî êrîşî sîstema berevanîya asmanî ya rejîma Îranê li navenda Tehranê dike.

Hêzên Asmanî yên Îsraîlê di 24 demjimêrên borî de zêdetirî 230 êrîşên asmanî li dijî binesazîya rejîma Îranê pêk anîn.

Wêneyên ku ji hêla Hêzên Berevanîya Îsraîlê ve hatine weşandin êrîşên rastîn li dijî sîstemên berevanîya asmanî li seranserê Tehranê nîşan didin.

Ji bilî lêdana sîstema berevanîyê, hêzên asmanî di bin rêberîya îstîxbarata leşkerî de di 24 demjimêrên borî de zêdetirî 230 êrîş li dijî armancên rejîmê pêk anîn, di nav de cihên avêtina mûşekan û navendên berhemdana çekan.