Îsraîl Navendeke Ajansa Valahî ya Îranê Dike Armanc

Îsraîl dibêje ku wê navenda lêkolînê ya sereke ya Ajansa Valahî ya Îranê û kargeheke sîstema berevanîya asmanî kiriye armanc.

Ev êrîş jî beşek in ji kempeyna operasyonên hevbeş ên Amerîka û Îsraîlê li dijî rejîma Îranê.

Artêşa Îsraîlê di daxuyanîyekê de roja Şemîyê got ku li wê navendê "hejmareke laboratuarên stratejîk hene ku ji bo lêkolîna pêşxistina satalaytên leşkerî, komkirina zanyarî û rêberîya mûşekan dijî armancên seranserê Rojhilata Navîn hatine bikar anîn."

Artêşa Îsraîlê herwiha got ku "çend cihên berhemdana sîstema berevanîya asmanî ya rejîma terorîst a Îranê, di nav de kargeheke mezin" hatine armanckirin.