Reuters: Îranê Êrîşên li ser Îsraîlê Bidawî Tîne

Artêşa Îranê îro Duşemê ragihand ku pêla yekem a êrîşên wê yên li ser Îsraîlê bi dawî bûye. Lê di heman dem de, Tehranê gef kirin ku eger Îsraîl êrîşên xwe yên li ser Libnanê berdewam bike, dê ew êrîşan ji nû ve dest pê bike.

Li gor Agansa reuters, Îsraîlê ti bersivek yekser derbarê biryara Îranê ya rawestandina êrîşan nedaye.

Serokê Amerîkayê, Donald Trump îro di daxuyanîyekê de got ku hem Îsraîl û hem jî Îran dixwazin bi lez agirbestekê pêk bînin, di demekê de ku danûstandinên dawî yên li ser “aştîyê” berdewam in.

Piştî ku Tehranê roja Yekşemê derengî şevê mûşek avêtibûn ber bi Îsraîlê ve, Îsraelê wek tolhildan îro Duşemê êrîşî hinek deverê Îranê kir.