Artêşa Îsraîlê: Divê Em li Libnanê ji bo Şer Amade Bin

Israel Palestinians

Serfermandarê Giştî yê Îsraîlê Eyal Zamîr îro roja Yekşemê got ku agirbesta li Libnanê lawaz e û divê hêz ji bo jinûve destpêkirina şer û pevçûnan di asta bilind de amade bin.

Li gor Ajansa Reuters, Zamîr li başûrê Libnanê axivî û got ku divê hêz amade bin ku her gefê ji holê rakin û ger pêdivî be zû operasyonan ji nû ve bidin destpêkirin.

Ji Alîyê we ve Serokwezîrê Îsraelî Benjamin Netanyahu roja Yekşemê got ku leşkerên Îsraîlî dê li başûrê Libnanê bimînin û got “Em ê heta ku pêdivî be li herêma ewlehiyê ya li başûrê Libnanê bimînin da ku niştecihên bakur - yên ku ji me re pir girîng in - û hemî welatîyan biparêzin.”

Li aliyek din Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) raginad ku hêzên wan "Zekî Yûsif Mehmûd Ebû Mistefa, fermandarê Nuxba ya Cîhada Îslamî ya Lîwaya Xan Yûnis ku di Komkujiya 7ê Cotmehê de kete nav -Nir Oz, Kibbutz - û beşdarî revandina Yagil Yaakov bû.

IDF di peyama xwe de dîsan dibêje, "Ebû Mistefa gelek êrîşên terorîstî li dijî leşkerên IDF pêş xist û Nexweşxaneya Nasir ji bo çalakiyên terorîstî bikar anî."

"Her wiha, terorîstê Mihemed Usama Ebdulazîn Saba el-E'îş, terorîstekî Nuxba yê Hثmasê, hate jinavbirin," IDF got.