Katz: Her Rêberekî ku ji Alîyê Rejîma Îranê ve Were Danîn Dê Bibe Armanc

Wezîrê Berevanîyê yê Îsraîlê Îsraîl Katz

Wezîrê Berevanîyê yê Îsraîlê Îsraîl Katz roja Çarşemê sibê got ku “her rêberekî ku were binavkirin ji alîyê rejîma Îranê ya niha ve, ji bo berdewamkirin û rêberîya plana tunekirina Îsraîlê, ji bo gefxwarina li Amerîkayê û cîhana azad û welatên herêmî û ji bo tepeserkirina gelê Îranê, dê bê dudilî bibe armanc.”

Katz li ser platforma X’ê nivîsand: " Ferq nake navê wî çi be an jî ew xwe li ku veşêre.”

Katz got,”Min û serokwezîr, me ferman dane Hêzên Berevanîyê yên Îsraîlê ku bi hemû awayî amadekarîyan bikin û tevbigerin da ku erkê wekî beşekî yekgirtî ya armancên Operasyona " Horîna Şêr" pêk bînin.

“Em ê bi hevkarên xwe yên Amerîkî re, bi tevahî hêza xwe tevbigerin da ku şiyanên rejîmê bişkînin û şert û mercan ji bo gelê Îranê biafirînin da ku rejîmê hilweşînin û biguherînin,” Katz got.