Katz: Emê Êrîşan li Libnanê Bidomînin

Wezîrê Berevanîyê yê Îsraîlê Israel Katz îro Pêncşemê got ku Îsraîl dê niha li Libnanê êrîşên xwe bidomîne û ji başûrê wî welatî venakişe.

Axaftina wezîrê Îsraîlî tê piştî ku Libnan û Îsraîlê li ser agirbestê li hev kir, bi mercê ku Hizbullah êrîşan rawestîne.

Peyman li Washingtonê piştî hevdîtinên di navbera karbidestên Libnanî û Îsraîlê de hate ragihandin, ku beşek e ji rêyeke dîplomatîk a bi pêşengîya Amerîkayê.

Hizbullah ne alîyeke di van hevdîtinan de û ew rêkeftinê red dike.

Ajansa Reuters ji ser zarê hin çavkanîyên ewlehîyê ragihand ku Îsraîlê roja Pêncşemê li başûrê Libnanê çend êrîş pêk anîne.

Ajansa Nûçeyan a Libnanê jî ragihand ku êrîşeke bi dronan li ser motorsîklekê kesek kuşt û yekî din birîndar kir.

Artêşa Îsraîlê, di hişyarîyekê de ji bo niştecihên başûr, got ku ew di êrîşkirina bingehên Hizbullahê de berdewam e .

Tevî çend agirbestên ku ji Nîsanê ve ji hêla Washingtonê ve hatine ragihandin, şer berdewam e. Dijminatîya di navbera Hizbullah û Îsraîlê de di 2'ê Adarê de ji nû ve dest pê kir, dema ku komê ji bo piştgirîya Tehranê êrîşî Îsraîlê kir.

Şer bûye xaleke asteng di dîplomasîya ji bo çareserkirina nakokîya herêmî de. Tehranê, ku Pasdarên wê di sala 1982'an de Hizbullah damezrand, wekî beşek ji her rêkeftinekê daxwaza rawestandina êrîşên Îsraîlê li Libnanê kiriye.