Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Sa’ar îro Sêşemê ragihand ku hevdîtinên nû yên di navbera Îsraîl û Libnanê de dê hefteya bê li paytexta Îtalyayê Romayê çêbibin.
Wezîrê Derve yê Îsraîlê ligel Wezîra Derve ya Almanyayê axivî û behsa rêkeftina berîya du hefteyan kir ku bi alîkarîya Amerîkayê pêk hatibû. Sa'ar got ku çavê Îsraîlê li ser axa Libnanê nîne.
Berî niha, Wezîrê Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani jî gotibû ku dê hevdîtinên Îsraîl û Libnanê li welatê wî çêbibin.
Li gor berpirsekî wezareta derve ya Îtalyayê, ev hevdîtin dê di 15 û 16'ê Tîrmehê de di asta balyozan de pêk werin.
Berî du hefteyan, Îsraîl û Libnanê bi alîkarîya Amerîkayê peymanek îmze kir. Armanca wê rêkeftinê ew e ku şer bide rawestandin û "aştîyeke mayinde" bîne holê. Lê belê, koma Hizbullahê û hikûmeta Îranê li dijî vê peymanê derketine.