Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) îro Şemîyê ragihand ku wan êrîşî mûşekavêjên rêxistina Hizbullah a terorîst li sê deverên başûrê libnanê kirin.
Artêşa Îsraîlê li ser platforma X’ê got, “Di şeva Înê li ser Şemîyê Hêzên Berevanîya Îsraîlê êrîşî deverên Dêr el-Zehranî, Kefr Reman û El-Samîya li başûrê Libnanê kirin û li armancên rêxistina terorîst a Hizbullah xistin.”
IDF herwiha diyar kir ku ew mûşekavêjên ku hatin jinavbirin gef li ser ewlehîya hêz û welatîyên Îsraîlê çêdikirin.
IDF li herêma xeta parastinê ya pêşîyê operasyonên xwe didomîne da ku gefên li ser welatîyên Îsraîlê û hêzên wan ji holê rake, artêşa Îsraîlê got.
Şer û pevçûn di navbera Hizbullah û Îsraîlê de li başûrê Libnanê berdewam dikin, tevî ku agirbestek di navbera Libnan û Îsraîlê de bi navbeynkarîya Amerîkayê hatiye ragihandin.
Êrîşên Îsraîlê li deverên din yên Libnanê kêm bûne, lê hikûmeta Îsraîlî dibêje ku Hizbullah bi awayekî rojane agirbestê binpê dike û artêşa Îsraîlê jî bersiva wan binpêkirinan dide.