Artêşa Îsraîlê 5 Çekdarên Hizbullah li Başûrê Libnanê Kuştin

Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) ragihand ku di êrîşeke hêza esmanî ya Îsraîlê ya do Çarşemê de, pênc terorîstên Hizbullah a Libnanê hatin kuştin.

IDF di daxuyanîyekê de îro Pêncşemê got ku ew çekdarên Hizbullahê nêzîkî hêzên Îsraîlê li başûrê Libnanê çalak bûn.

Artêşa Îsraîlê herwiha vîdyoyek li ser platforma X’ê got, “Ev êrîş bi hevkarî û agahîyên Yekîneya 146'an ya artêşa Îsraîlê hat encam dan.”

Herwiha, di du bûyerên cuda yên roja Çarşemê de, Hizbullahê çend dronên bombkirî ber bi hêzên Îsraîlê ve li başûrê Lubnanê avêtin. Ew dron li nêzîkî hêzan hatin xistin û ti ziyan çênebû.

IDF dibêje, “ew dê operasyonên xwe ji bo rakirina gefên li ser welatîyên Dewleta Îsraîlê û hêzên IDF bidomîne.”

Ev êrîş û pevçûn di navbera herdu alîyan de tên di demekê de ku agirbestek bi navbeynkarîya Amerîkayê di navbera Îsraîl û Libnanê de berdewam dike.