Îsraîl Dibêje wê Fermandarekî Hizbullahê li Başûrê Libnanê Kuşt

A photograph taken from the southern Lebanese village of Qabrikha shows smoke rising from burning fields in the and destroyed houses in the village of Bani Hayyan, during earlier Israeli military operations and now under it's control, some 10 kilometres f

Artêşa Îsraîlê îro Şemîyê ragihand, ku Elî Semîr Hec Hesen, fermandarê hêza Ridwan a Hizbullahê, di êrîşekê de li ser baregeha navendî ya yekîneyê li devera Ensar a başûrê Libnanê hate kuştin.

Li gorî daxuyanîya leşkerê Îsraîlê, êrîş piştî êrîşeke Hizbullahê li dijî serbazên Îsraîlî di herêma ewle de, hate kirin.

Leşkerê Îsraîlê dibêje, çend terorîstên din ên ku beşdarî êrîşa dijî Îsraîlî bûn, ligel Hesen hatine kuştin.

Artêşa Îsraîlê diyar kir, ku malbata Hesen di hundirê baregeha leşkerî de bûn û ziyan bi wan hat, lê tekez kir ku êrîş tenê li dijî Hesen bû ku li gorî qanûna navneteweyî armanceke rewa ye, ne li dijî malbata wî.

Leşkerê Îsraîlê dibêje, ku Hesen malbata xwe wek mertaleke mirovî bi kar anîye û li gel wan di nav baregeha leşkerî de xwe veşartîye.

Çavkanîyên nêzîkî Hizbullahê Elî Semîr Haj Hesen wekî efserê operasyonê nasand.

Ev êrîşe beşeke ji jimareka êrîşên Îsraîlê li dijî cih û fermandarên Hizbullahê li başûrê Libnan, wekî beşek ji pevçûnên berdewam ên di navbera herdu alîyan de li deverên sînor.