IDF Dibêje Wê 1,000 Bingehên Hizbullahê Pûç Kirine

Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) îro Sêşemê ragihand ku wan bêhtirî hezar cih û bingehên Hizbullahê li başûrê Libnanê pûç kirine.

IDF’ê li ser platforma X’ê got ku leşkerên wan “zêdetirî 1,000 cihên binesazîya terorîstan ku ji hêla terorîstên Hizbullahê ve ji bo êrîşan li dijî leşkerên IDF’ê dihatin bikaranîn pûç kirine.”

“Leşkeran bi sedan çek dîtin, di nav de jî çekên otomatîk, tifingên Klaşnîkov, bombeyên destan, mayîn, demançe, mûşekên dijî tankan, cebilxane, rokêtên RPG û topên hawn,” IDF’ê got.

Peyvdarê artêşa Îsraîlê yê ji bo medyaya Erebî, Avichay Adraee li ser platforma X’ê hişyarîyeke lezgîn da rûniştvanên hejmareke gund û bajarokên başûrê libnanê û got ku artêş neçar e bi tundî tevbigere, ji ber binpêkirinên peymana agirbestê ji alîyê Hizbullahê ve.

Adraee got, “Ji ber binpêkirina peymana agirbestê ji alîyê Hizbullaha terorîst ve, Artêşa Berevanîyê neçar e ku bi tundî li dijî wê tevbigere.”

Wî anî ziman ku, “Artêşa Berevanîyê nîyaza gihandina zîyanê bo we nîne, û ji ber fikara ewlehîya we, ji we tê xwestin ku hûn demûdest malên xwe vala bikin û ji herêma diyarkirî ber bi Navçeya Seydayê ve biçin.”

“Her kesê ku li nêzî hêmanên Hizbullahê, bingehên wan, an amûrên wan ên şer be, jiyana xwe dixe metirsîyê,” wî got.