Îsraîlê: Êrîşên Ser Binesazîya Hizbullahê li Beyrûtê Dest Pê Kirine

Balafirên şer ên Îsraîlê îşev bingehên Hizbullaha Lubnanî li başûrê Beyrûtê bombebaran kirin.

Demeke kurt berî êrîşê, artêşa Îsraîlê hişyarî dabû şênîyên taxên li wê beşa Beyrûtê ku ji wir derkevin.

Hêza esmanî ya Îsraîlê li ser platforma X'ê got ku êrîşên li ser "binesazîya rêxistina terorîst Hizbullahê li Beyrûtê dest pê kirine."

Di pêşveçûnek din de, wezareta tenduristîyê ya Lubnanê got ku di du êrîşên esmanî yên Îsraîlê de li ser wesayîtan li ser rêya sereke ya ber bi balafirgeha Beyrûtê ve roja Çarşemê derengî şevê, sê kes hatine kuştin.

Wezareta tenduristîyê got ku di êrîşan de şeş kes birîndar bûne.

Hizbullaha Lubnanî ji bo tolhildana kuştina Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xamineyî êrîşeke mûşekî li bakurê Îsraîlê kiriye. Di bersivê de, hêzên Îsraîlê çeperên Hizbullahê bombebaran kirin û ber bi çend gundên li ser sînorê di navbera her du welatan de pêşve çûn.