Îsraîl Êrîşa Bejayî ya Lubnanê Berfireh Dike

Artêşa Îsraîlê roja Duşemê ragihand ku hêzên Îsraîlê berê xwe dane deverên din ên başûrê Lubnanê.

Hêza Berevanîya Îsraîlê (IDF) ragihand ku wan li başûrê Lubnanê operasyonên bejayî yên taybet dest pê kirine bi armanca ku herêma parastinê ya pêşîn berfireh bikin, binesazîya koma terorîst a Hizbullahê hilweşînin û çekdarên li herêmê ji holê rakin.

Artêşê got ku hêzên wan di avahiyeke girêdayî Hizbullahê de enbareke çekan, di nav de bi dehan guleyên rokêtan, teqemenî û alavên din ên şer dîtine. IDF her wiha got ku xalek çavdêriyê ya Hizbullahê jî hatiye hilweşandin.

Hêzên Îsraîlê bajarokê sereke yê başûrê Lubnanê Xiyam dorpêç kirine - ku nêzîkî şeş kîlometreyan li bakurê sînorê Îsraîlê ye. Çavkanîyên ewlehîyê yên Lubnanê ji ajansa nûçeyan a Reuters re got ku ew ber bi rojava ve ber bi Çemê Lîtanî ve pêşve diçin.

Reutersê Xiyam wekî yek ji çend deverên ku çekdarên grûpa Radwan a Hizbullahê vegeriyanê ye da ku bi hêzên Îsraîlê re rûbirû bibin, destnîşan kir û ragihand ku piraniya şerên bejayî yên Hizbullahê li nêzîkî Xiyam – cihê ku sînorê Lubnanê bi Îsraîl û Sûrîyê re digihe hev - pêk hatine.

Wezareta Tenduristîyê ya Lubnanê got ku ji destpêka pevçûnê ya 2'ê Adarê ve zêdetirî 800 kes di êrîşên tolhildanê yên Îsraîlê li dijî êrîşên Hizbullahê de hatine kuştin. Wezaret cudahîyê naxe navbera sivîl û şervanan.

Li gorî daneyên Lubnan û Îsraîlê, zêdetirî 800,000 kes ji cih û warên xwe derbider bûne.

Wezîrê Berevanîyê yê Îsraîlê Îsraîl Katz got ku bi sed hezaran niştecihên Lubnanî yên ku ji başûrê Lubnanê û Beyrûtê derketine "heta ku ewlehîya niştecihên bakur neyê misogerkirin, dê venegerin deverên li başûrê xeta Lîtanî."

Du rayedarên Îsraîlî ji Reutersê re gotin ku tê pêşbînîkirin ku Îsraîl û Lubnan di rojên pêş de bi armanca gihîştina rêkeftineke agirbestê ku dê bêçekkirina Hizbullahê jî di nav de be, hevdîtinan bikin.

Di destpêka Adarê de, Serokê Lubnanê Joseph Aoun banga agirbestê û danûstandinên rasterast bi Îsraîlê re kir. Ev bang hat piştî ku hikûmeta Lubnanê di 2'ê Adarê de çalakîyên leşkerî yên Hizbullahê neqanûnî ragihandin û ferman da hêzên ewlehîyê ku pêşî li avêtina rokêt û dronan ji axa Lubnanê bigirin. Ferman bi piranî nehatîye bicîhanîn û Hizbullah her roj Îsraîlê gulebaran dike.

Hizbullah di sala 1997'an de ji aliyê Wezareta Derve ya Amerîkayê ve wekî rêxistineke terorîst a biyanî hate binavkirin.