Hêzên Berevanîya Îsraîlê(IDF) îro Yekşemê ragihand ku nêzîkî 165 top ji alîyê “Rêxistina terorîst a Hizbullah ve hatine avêtin ku li nava bingehên UNIFIL [hêzên aştîparêz ên Neteweyên Yekbûyî] li Lubnanê an jî nêzîkî wan ketin.
IDF li ser platforma X’ê got ku “di tevahîya şer de, rêxistina terorîst a Hizbullah nêzîkbûna xwe ya ji bingeh û çeperên UNIFIL ve bikar tîne da ku çalakîyên terorîstî li dijî dewleta Îsraîlê pêş bixe.”
IDF anî ziman ku ew niha “eşkere dike ku wê ji destpêka Operasyona "Orîna Şêr" ve, nêzîkî 165 topên ku ji alîyê rêxistina terorîst a Hizbullah ve hatine avêtin, tomar kirine, ku li hundir an nêzîkî çeperên UNIFIL ketine.”
“Rêxistina terorîst a Hizbullah bi awayekî sîstematîk qanûnên navneteweyî binpê dike û di heman demê de hêzên navneteweyî dixe metirsîyê û ziyanê digihîne endamên NY yên ku li herêmê dixebitin,” IDF got.
Di dawîya daxuyanîya xwe de IDF bal kişand ser hevrêzîya li gel UNIFIL û got,”di tevahîya şerê li başûrê Libnanê de, IDF mekanîzma hevrêzîyê bi sazîyên UNIFIL ên li herêmê re diparêze.”