Îsraîl Dibêje Wê Sê Endamên Hizbullahê li Libnanê Jinav Birine

Hêzên Esmanî yên Îsraîlê(IAF) ragihand ku wan doh sê endamên Hizbullahê li başûrê Libnanê kuştine.

IAF’ê li ser platforma X’ê got, “Doh, Hêzên Esmanî li nêzîkî xeta parastinê ya pêşîyê li herêma ku hêzên IDF [Hêzên Berevanîya Îsraîlê] lê kar dikin, êrîşî sê terorîstan kir û ew ji holê rakirin. Wan gefeke rastîn a ku ji hêla hêzên Firqeya 98an ve hatî destnîşankirin û rêvebirin, çêdikir.”

IAF'ê got,“Her wiha, çend avahîyên leşkerî yên ku ji hêla rêxistina terorîst a Hizbullah ve dihatin karanîn, û ji bo hêzên me gef dixwarin, hatin êrîşkirin, di nav de jî avahîyek ku wekî baregeha rêxistinê li navçeya Bint Jbeyl xizmet dikir û avahîyên leşkerî yên din. Piştî êrîşan, teqînên din li wir bûn ku hebûna çekan di avahîyan de nîşan dan.”

Hêzên Îsraîlî got, “IDF dê karê dijî gefên li ser welatîyên Dewleta Îsraîlê û hêzên IDF’ê berdewam bike, û li gorî pîvanên ku ji asta siyasî derdikevin, tevbigere.”

IDF’ê di posteke din de li ser X’ê anî ziman ku wan, “Li herêma Adşît -Qiseyr, depoyeke çekan di hundirê odeyeke zarokan de dîtîye.”

“Di nav çekên hatine dîtin de: teqemenî, tifingên 'Klaşinkov', bombeyên destan, RPG, mitralyoz, cebilxane û alavên şer,” IDF’ê got.