Îsraîl Dibêje Wê 40 Bingeh û 10 Endamên Hizbullahê Kirine Armanc

Wêne ji Arşîfê ye

Hêzên Berevanîyan Îsraîlê (IDF) ragihand ku wan li Libnanê êrîşî bêhtirî 40 bingehên Hezbullahê kirine û bêhtirî 10 endamên wê kuştine.

IDF’ê li ser platforma X’ê got,” Di dawîya hefteyê de: Hêzên Firqeya 91'an êrîşî zêdetirî 40 binesazîyan kir û bêhtirî 10 terorîstên rêxistina Hizbullahê ku li nêzîkî hêzên IDF'ê li başûrê Libnanê tevdigeriyan, ji holê rakirin.”

IDF'ê anî ziman ku “Di nav binesazîyên ku êrîş lê hatî kirin de: avahîyên ku ji bo armancên leşkerî têne bikaranîn ku terorîstên rêxistina Hizbullahê ji wir kar dikirin, cihên enbarkirina çekan, avêjkerek û hin bingehên din hebûn.”

“Binesazîyên ku êrîş lê hatî kirin ji hêla terorîstên rêxistina terorîst a Hizbullahê ve hatin bikaranîn, da ku pêşve biçin û armancên terorê li dijî hêzên IDF'ê yên ku li başûrê Libnanê tevdigerin, pêk bînin,” Wê got.

IDF'ê her wiha bal kişand ser wê yekê ku ew “dê karê li dijî gefên li ser welatîyên Dewleta Îsraîlê û hêzên IDF’ê berdewam bike, û ew li gorî rênimayên asta siyasî tevdigere.”