Balyozên Îsraîl û Libnanê îro Sêşemê dest bi gereke nû ya danûstandinên rasterast li Washingtonê kir, piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku wî sozên kêmkirina alozîyê ji Îsraîl û Hizbullahê wergirtine.
Rojnameya The Times of Isael ragihand ku civîna çaremîn a di navbera nûnerên her du welatan de li Wezareta Derve ya Amerîkayê pêk tê û ji bo du rojan dê berdewam bibe. Peywendîyên diplomatîk ên fermî di Libnan û Îsraîlê ji damezrandina Îsraîlê sala 1948'an ve nînin.
Serok Trump roja Duşemê ragihand ku piştî wî peywendîyên telefonî ligel Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û bi rêya navbeynkaran ligel Hizbullahê danîn, herdu alî ser rawestandina pevçûnan razî bûne.
Balyozxaneya Libnanê li Washingtonê di daxuyanîya xwe ya roja Duşemê ragihandibû ku piştî peywendîya telefonî ya di navbera Serokê Libnanê Joseph Aoun û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio de, karbidestên Libnanê piştrastkirina qebûlkirina pêşnîyara Amerîkayê ji bo rawestandina êrîşan ji alîyê Hizbullahê ve wergirtin.
Li gor rêkeftina pêşniyarkirî, êrîşên Îsraîlê yên li ser taxên başûrê Beyrûtê dê li hember dûrketina Hizbullahê ji êrîşên li dijî Îsraîlê rawestin. Piştre agirbest dê berfireh bibe da ku hemû axa Libnanê bigire nav xwe.
Serok Trump herwiha ligel Balyoza Libnanê li Washington, Nada Moawad, têkilî danî û jê re got ku wî razîbûna Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu ji bo rêkeftina pêşniyarkirî bi dest xistiye. Balyoz Moawad encamên nîqaşan ji Serok Aoun re ragihand, ku wî jî Hizbullah agahdar kir.
Biryar e pêşniyar di danûstandinên Sêşem û Çarşemê de li Washingtonê werin gotûbêjkirin.