Karbidestên Îsraîl û Libnanê îro Sêşemê li paytexta Îtalya Romayê bi navbeynkariya Amerîkayê dest bi gera nû ya danûstandinan kirin, li ser bicihanîna peymaneke çarçoveyî ya ji bo bidawî kirina şerê sînorî yê ku bi mehan e berdewam dike.
Peymana çarçoveyî di 26’ê Hezîranê de li Washingtonê hat îmzekirin. Ev peyman piştî şerê di navbera Îsraîl û Hizbullaha çekdar a ku Îran piştgirîya wê dike û di 2’yê Adarê de destpê kiribû, hat amadekirin.
Li gor peymana 26’ê Hezîranê, divê Îsraîl qonax bi qonax ji başûrê Libnanê vekişe û li şûna wê artêşa Libnanê were bicîhkirin û du "herêmên pîlot" werin avakirin ku Hizbullah wê li wan herêman were bêçekkirin.
Ji ber vê yekê, di danûstandinên du rojî yên li Romayê de, karbidestên Îsraîl û Libnanê wan xalên peymanê nîqaş dikin.
Berîya destpêkirina danûstandinan, Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Saar îro got ku bicihanîna peymanê "yekane rêya pêşveçûnê" ye û Îsraîl "amade ye bi pêkanîna van her du herêmên pîlot pêş ve biçe."
Gideon Saar herwiha destnîşan kir ku Îsraîl wê di danûstandinên li Romayê de "niyeta baş" nîşan bide.
Serokê Libnanê Joseph Aoun ragihand ku wî ferman daye şandeya welatê xwe ku ew beriya nîqaşkirina li ser her xalê, "destpêkirina demûdest" a vekişîna Îsraîlê ya ji herdu herêmên pîlot gotûbêj bikin.
Karbidestên Libnanî dibêjin ew hêvî dikin ku vekişîna Îsraîlê wê rê bide artêşa Libnanî ku desthilatdarîya dewletê li başûrê Libnanê ji nû ve ava bike.
Karbidestekî Amerîkî hefteya borî got ku Washington bi artêşên Îsraîl û Libnanê re dixebite ku herêmên pîlot werin diyarkirin, û şandeyeke leşkerî ya Amerîkî di dawîya hefteyê de serdana Libnanê kir da ku bi artêşa Libnanê re hûrgilîyan nîqaş bike.
Lê, li gor şîrovekaran di navbera alîyan de hîn cudahîyên mezin hene.
Hizbullahê peyman red kirîye, lê Îsraîl dibêje ku heya koma girêdayî Îranê çekên xwe bernede, wê leşkerên xwe ji başûrê Libnanê venekişîne.