Berevanîya Îsraîlê: Hêzên Me ji Qada Ewlehiyê ya Libnanê Dernakevin

Israel Lebanon

Wezîrê Berevanîyayê Îsraîlê, Israel Katz, got ku artêşa Îsraîlê (IDF) li Libnanê ji bo nehiştina metirsiyan bê astengî çalakiyên xwe didomîne. Wî got piştî êrîşa li ser hêzên wan, IDF bi hêzek mezin bersiv da û gelek endamên Hizbullahê kuştin û cihên wan armanc kirin.

Katz diyar kir ku parastina leşker û welatiyên Îsraîlê pêşîniya herî girîng e. Wî herwiha got ku hêzên Îsraîlê li qada ewlehiyê ya li ser Xeta Zer (Yellow Line) dimînin û tevî agirbestê jî ji wê herêmê dernakevin.

Artêşa Îsraîlê Kuştina 2 Endamên Hamas û Cîhada Îslamî Ragihand

Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) roja Yekşemê ragihand ku wan Huseyîn el-Qudra û Mihamed el-Ferra, endamên baskên leşkerî yên Hamas û Cîhada Îslamî, kuştine.

IDF, li ser Platforma Xê diyar kir ku el-Qudra û el-Ferra di nav toreke ku ji hêla Hamasê ve tê rêvebirin de dixebitin û pereyan ji Xezayê re dişînin.


Li gor IDF'ê, el-Qudra bi el-Ferra re serokatiya torê dikin û ew di bin fermana Hemasê de dixebitin, û veguhestina zêdetirî nîv milyar şekil (Diravê Îsrîalî)bo tevgerê bidest dixin.

Netanyahu piştî kuştina 4 leşkeran li Libnanê: Em ê Her Tiştê ku Pêdivî be Bikin da ku Ewlehî Vegere Bakurê Îsraîlê

Di Alîyeke din de, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu piştrast kir ku ew ê hemî tedbîrên pêwîst bigire da ku ewlehî ji bo niştecihên bakurê Îsraelê vegerîne.

Di daxuyaniyekê de ji bo çar leşkerên Îsraîlî yên ku vê dawiyê li başûrê Libnanê hatin kuştin, Netanyahu di daxuyaniyekê de li ser Xê got,"Ew kesên bi wêrekî û mêrxasiyeke bilind şer kirine, jiyana xwe li eniya şer li dijî Hizbullahê feda kirine da ku ewlehiya Îsraîlê biparêzin û sînorên wê ewle bin".

Netanyahu soz da û got, "Em ê her tiştê ku pêdivî û her tiştê ku tê xwestin bikin da ku ewlehî û aramiya niştecihên bakur, yên ku bi gefên domdar re rû bi rû dimînin, biparêzin."