IDF: Me Hejmareke Endamên Cîhada Îslamî û Hemasê li Xeze Kuştine

Dîmeneke arşîvî ji Xezeyê.

Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) îro Sêşemê ragihand ku wan du terorîst ji rêxistina Cîhada Îslamî kuştin ku plan dikir di siberojeke nêzîk de êrîşan li dijî hêzên artêşê pêk bînin.

IDF’ê li ser platforma X’ê got: “Di nav wan kesên ku hatine kuştin de ev hene: Îyad Muhammed Abd al-Ezîz Nofal, fermandarekî payebilind di rêxistina Cîhada Îslamî de, û Ehmed Abd al-Hamid Hamad Ma'arouf, rêberê şaneyeke terorîst a Cîhada Îslamî."

Di daxuyanîyeke din de, IDF'ê ragihand ku hêzên wan li Xezeyê êrîşî baregeha polîsên deryayî û çekan ên Hamasê li devera Xan Yûnisê kirine.


Li gor daxuyanîyê, baregeh "ji bo plansazkirin û pêkanîna operasyonên terorîstî li dijî hêzên artêşê dihat bikaranîn."

Artêşa Îsraîlê herwiha destnîşan kir ku di êrîşê de çend endamên Hemasê hatin kuştin, di nav wan de Îsmaîl el-Lehham, fermandarê şaneyê yê baskê leşkerî yê komê.